Sommer: Başûrê Kurdistanê ji bo dewletbûne amade ye
Hêlîn ku wek Evrim Sommer tê naskirin keçeka Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye û cara çarem endamê parlamentoya herêma Berlînê ye ser bi Partiya Çep û herwiha Endama Komîsyona Serokatiya Parlamento ye û Seroka Komîta Jinan e di Parlamentoyê de.
Hûn ji kengî ve li Elmanya ne?
Evrim Sommer: Sala 1980’an dema darbeya leşkerî li Tirkiyê çêbû ez tevî malbata xwe hatim Elmanya û li Berlînê jiyam, ez bi xwe ji Gimgimê me di temenê 8 salî de hatim vir.
We li vir çi xwend?
Evrim Sommer: Min li Zanîngeha Hombuld Berlîn beşa dîrok û civakî qedand û wk pispora warê civakî, dawiya îsal ez ê di wê zanîngehê de hefteyê carekê semîneran li ser meselên polîtîk û jinan bidim.
We ji bo jinan li Elmanya û bi taybet li Berlînê çi kar kirine?
Evrim Sommer: Elmanya welatekî pirr dewlemend û pêşketî ye, lê ya rast jin û mêr di jiyana civakê de ne wek hev in, mînak di eynî kar de kar dikin lê wek hev meaş wernagirin. Mînakeke din di deste û rêveberiyên mezin de ji seda yek jin cîh digirin, wek din jî di karên asta wan li jêr jin kar dikin û pereyên kêm distînin, herwiha şideta li ser jinê berdewam e, ji aliyê mêran lêdanê dixwin û tên êşandin, em alîkariya wan jinan dikin û malên ku ew têde dijîn wek kamp hemû tejî ne, ew jinên di şidetê de dijîn em dixwazin wan ji nav wê şidetê derxînin, me ew yasa guherandin, dema rastî şêdetê bên polîs dikare biçe malê û mêr ji malê dûr bixe û jinê tevî zarokan di malê de bihêlin, ev yasa bi hewldanên me hat derxistin.
Hûn rewşa jinên Kurd li Elmanya çawa dibînin?
Evrim Sommer: Erê, jin û keçên Kurd gelek hene di wan kampan de, ji bo wan me malên jinan ên nû vekirin bi taybetî ji bo jinên biyanî wek Kurd, Tirk û neteweyên din, bi salaye ez di serokatiya wan de kar dikim û xizmeta wan dikim, ji wê cudatir jî li vir mirovên ku ne Elman in û biyanî ne di rewşeke ne baş de dijîn, jin duqat rastî wan êriş û nexweşiyan tên ji ber ku biyanî ne û ji Elmanan ferq in. Jiyana wan ji ya Elmanan cudatir e û ferqeke mezin di navbera wan de heye, hinek ji wan 60 sal e li Elmanya dijîn lê nikarin herin dengê xwe di hilbijartinan de bidin, biyaniyên ku ji derveyî welatên Ewropayî tên mafên wan gelekî nizmin, wek din jî ji sala 1993’an heta niha wek qedexeya li ser PKK’ê şideteke mezin li ser Kurdan heye, ji ber vê qedexebûnê zext li ser Komeleyên Kurdan hene.
Kîjan Komele li Berlîn dikare nêzîkî hikûmetê bibe û alîkariyê bistîne?
Evrim Sommer: Tenê Komkar û Navenda Kurd dikarin alîkariyê bistînin, wek din zêdeyî 26 komele û sazî hene lê ji ber ku navê PKK’ê xistine lîsta terorê zext li ser wan heye û rê li wan digrin. Li Berlînê zêdeyî 100 hezar Kurd dijîn, lê wan wek Tirk, Faris, Îraqî û Sûrî dibînin û wek Kurd nayên hejmartin, heta niha dibêjin analîzeka civakî û statîstek nîne liser Kurdan ka pirsgirêka wan çiye û nayê zelal kirin.
Roja 15.10.2012’an 54 hezar îmze hatin komkirin û di Parlamentoya Federal de li ser 12 pirsên Kurdî nîqaş çêbû, yek ji wan nasandina zimanê Kurdî bû, 15 herêmên federal ew pejirand, lê Berlînê pesend nekir we ji bo vê xebatê çi kiriye?
Evrim Sommer: Me gelek kar li ser kir ku her 12 xalên daxwazên Kurdên Elmanya bên qebûl kirin û pejirandin lê mixabin hinek ji wan nehatin pesendkirin, ji ber ku Hikûmeta Mezin a Fedrel li vir e, hikûmeta Elmanya berjewendiyên xwe dixe pêş, têkeliyên wan bi Tirkiyê re gelekî baş in û naxwaze têk bide, ji dewleta Osmaniyan heta niha têkeliyên wan ên ekonomîk hene û naxwazin têk bidin ji bo xatirê ziman, kultur an jî nasandina Kurdan û dana mafên Kurdan, heta niha ti dewleteke Ewropî siyaseteke wan a di berjewendiya Kurdan de nebûye, lê di van bûyerên dawî de hinek guhertin çêbûne, ji ber ku ew ji xwe jî ditirsin, dibêjin îro li Îraq û Suriyê ye sibe dora me ye.
Niha Kurd dikarin çi bikin ligel Elmanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropa li ser vê rewşa dawî?
Evrim Sommer: Berî her tiştî karê Kurdan jî heye ku mafê xwe li Ewropa bistînin, divê mafê xwe bixin pêş, divê berjewendiyên partiyatî nexin pêş, ji bo mafê gelê Kurd, li her ciyekî be ne girîng e, em wek yek, yek deng û yek helwêst kar bikin, wek yek daxwazên xwe bînîn ziman, wê demê welatên Ewropî jî li pirsa Kurd xwedî derdikevin. Herdem jî ew dibêjin hûn bibin yek piştre werin cem me û daxwazên xwe pêşkêş bikin, ev derfet ji bo Kurdan di vê sed salê de hatiye pêş û divê ji dest xwe nedin, eger çû dibe sed salên din em li benda firsetek din rawestin, eger em vê fiesetê bikar neyînîn wê ji dest me biçe.
We wek Partiya Çep çi alîkariyek bo Şengal an Kobanê kiriye?
Evrim Sommer: Berî her tiştî siyasetmedarên me di Parlamentoya Federal û herêman de çûn Kurdistanê û li Başûr û Bakurr, wan rewş dişopand û dîtin, nîqaşeke mezin di nav partiya me de heye, Partiya Çep partiyeke dijî şer e û dijî leşkertiyê ye, di vê çarçoveyê de nêzîkî pirsa Kurd dibe, lê nîqaşek mezin heye di wan bûyerên nû de û em wek Partiya Çep dibêjin em partiyeke aştîxwaz in lê ji bo aştiyê divê çek jî hebin û ev rewşeke aloz e li herêmê û divê gel li ber xwe bide û pêwîstiya wan bi çek heye, ji ber ku hizir dikin Kurd ji bo mafên xwe ew bi xwe dijî DAÎŞ şer dikin û xwe diparêzin lewra divê em jî alîkar bin, lê fraksyonek heye ji herêmên Rojavayî ku piraniya wan dijî şandina çek in û beşê rojhelatî piraniya wan dixwazin çek jî û alîkarî jî bên şandin.
We heta niha çi şandine?
Evrim Sommer: Alîkariyên xêrxwazî me 10 hezar Euro şandin Kobanê û çendîn corên din ên alîkariyan bo Şengal û Kobanê û penaberên li Kurdistanê û Tirkiyê.
Hûn çi pêşbînî dikin bo dawiya vî şerî?
Evrim Sommer: Ji bo Başûrê Kurdistanê daxwaza me ew e ku dewleteke serbixwe çêbibe û Kurd xwe îdare bikin, şiyanên dewletekê li Başûr hene, Başûrê Kurdistanê amade ye bo dewletbûnê, ku li cîhanê bê qebûl kirin bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, li Rojavayê Kurdistanê 3 kanton hene ew jî wek otonom serbxwe bimînin û ew baştirîn derfet e bo Kurdên Rojava. Herwiha tiştekî baş bû ku Parlamentoya Kurdistanê îtîraf bi wan rêveberiyan kir, bi hêvî me Tirkiye jî wan qebûl bike û mafên Kurdan bide. Bo Bakurê Kurdistanê jî divê dewleta Tirkiyê mafên kulturî, ziman û hebûna gelê Kurd qebûl bike.
Di dawî de tiştekî tu bixwazî bêjî?
Evrim Sommer: Spas dikim hûn hatin ba me parlamentoyê, divê medya Kurdî ji rewşa lokalî derkeve û girîngiyê bide cîhanê û dengê cîhanê veguhêze Kurdistanê, herwiha Kurdên diasporayê yên ku xizmet û xebatê dikin ji wan re pirekê ava bikin di navbera wan û gel de bi taybet bo Kurdistanê.
Basnews
