Tehsîn Beg: Sê hezar Kurdên Êzdî di destê DAİŞ’ê de ne
Di vê derbarê de Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ji televizyona Erebiye re axifî û got: ‘’Nêzîka 3 hezar Kurdên Êzdî ku ji jin, zarok û mêran pêk tên ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine revandin û bazirganî jî bi hinekan ji wan tê kirin.’‘
Mîr Tehsîn wiha axifî: ‘’Niha 6 hezar kesan ji me rahiştine çekan û li dijî DAİŞ’ê şer dikin, lê şiyana me ya leşkerî ne hewqasî zêde ye, loma divê civaka navdewletî û aliyên peywendîdar di warê leşkerî de alîkariya me bikin.’‘
Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg da zanîn ku niha bi rêya bejayî şerê DAİŞ’ê tê kirin û divê alîkariyên ku ji wan re tên kirin bên zêdekirin.
Basnews
