• Sunday, 15 February 2026
logo

Tehsîn Beg: Sê hezar Kurdên Êzdî di destê DAİŞ’ê de ne

Gulan Media October 18, 2014 Nûçe
Tehsîn Beg: Sê hezar Kurdên Êzdî di destê DAİŞ’ê de ne
Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg eşkere kir ku 3 hezar Kurdên Êzdî di destê DAİŞ’ê de ne û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku alîkariya wan bikin bo rûbirûbûna DAİŞ’ê.

Di vê derbarê de Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ji televizyona Erebiye re axifî û got: ‘’Nêzîka 3 hezar Kurdên Êzdî ku ji jin, zarok û mêran pêk tên ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine revandin û bazirganî jî bi hinekan ji wan tê kirin.’‘

Mîr Tehsîn wiha axifî: ‘’Niha 6 hezar kesan ji me rahiştine çekan û li dijî DAİŞ’ê şer dikin, lê şiyana me ya leşkerî ne hewqasî zêde ye, loma divê civaka navdewletî û aliyên peywendîdar di warê leşkerî de alîkariya me bikin.’‘

Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg da zanîn ku niha bi rêya bejayî şerê DAİŞ’ê tê kirin û divê alîkariyên ku ji wan re tên kirin bên zêdekirin.

Basnews
Top