• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge 3 hezar Pêşmergeyên ENKS’ê perwerde dike

Gulan Media October 18, 2014 Nûçe
Wezareta Pêşmerge 3 hezar Pêşmergeyên ENKS’ê perwerde dike
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer got, ew li Herêma Kurdistanê nêzîka 3 hezar Pêşmergeyên girêdayî ENKS’ê ku li Rojavayê Kurdistanê çalak e, perwerde dikin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cabbar Yawer da zanîn ku perwerdeya leşkerî didin hêzên çekdar ên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daku alîkariyê bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê mijarê de Cebar Yawer ji AA’yê re axifî û got: 'Em li Herêma Kurdistanê nêzîka 3 hezar hêzên çekdar ên girêdayî ENKS’ê ku li Rojavayê Kurdistanê çalak e, perwerde dikin. Eger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên siyasî li hev bikin dê Pêşmergeyên Rojava biçin Sûriyê tevlî şer bibin.'

Yawer derbarê şerê li dijî DAİŞ’ê de jî agahî dan û da zanîn ku dema ew di rewşa parastinê de bûn DAİŞ’ê gelek navçe dagir kirin, ji ber vê yekê Pêşmergeyên Kurdistanê pozisyon û stratejiya xwe ya şer guhertin û ketin rewşa êrîşkirinê.

Yawer wiha axifî: ‘‘Bi saya guhertina pozisyonê me navçeya Rebîe, Mexmûr, Giwêr, Dîbege, Bendava Mûsilê, beşekî Zûmar, derdora Duzxurmatû, bajaroka Amîrlî, Silêmanbeg û gelek cihên li qûntara Çiyayê Hemrînê ji destê DAİŞ’ê derxistin.’‘

Yawer diyar kir ku welatên wek Amerîka, Îtalya, Awustralya, Fransa, Qanada, Lîtvanya, Macaristan, Bulgaristan, Mîrektiyên Yekîtiya Ereban, Erebistana Siûdî û Urdinê alîkariya çekan dane û got: 'Berê jî Birêz Barzanî gotibû ku Tirkiyê ji Pêşmergeyan re çek şandine. Lê belê em li benda alîkariyeke hê mezintir û zêdetir bûn.'

Yawer da zanîn ku ji bo bikaranîna çek, amûrên ji bo lêgerîna mayinan û antîtankên ku welatên dost ji wan re şandine, ew niha Pêşmergeyan perwerde dikin û wiha pêde çû: ‘‘Em dê li gor madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê tevbigerin û heta ku em tevahiya axa Herêma Kurdistanê rizgar bikin dê têbikoşin.’‘

Hêjayê gotinê ye Partiyên ku di bin banê ENKS’ê de ne li Rojavayê Kurdistanê çalak in. Ji aliyekî din ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Dihokê ligel Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civiya. Tê çaverêkirin ku hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê bigihin rêkeftinekê û hêzeke hevbeş bo Rojava pêk bînin.

Basnews
Top