ÎHD: Tirkiye ji ber DAIŞê zêdetir mafên kurdan binpê dike
Şevket Akdemîr ji Rûdawê re diyar kir ku penaberên Kobanî yên ji ber şer û êrişên DAIŞê reviyane Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di rewşeke nebaş de dijîn û di warê cih û xwarinê de di tengasiyê de ne.
Nûnerê Herêmê yê ÎHDê anî ziman ku him hêzên ewlehiyê him jî erkdarên sivîl ên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê serserkî nêzîkî penaberên Kobanî yên li navçeya Pirsûsa Rihayê ne, dibin. Akdemîr wiha axivî:
“AFAD (Saziya Rewşa Awarte) û Hevyasor hinekî alîkariya wan dikin lê têrê nake. Şaredarî jî nikare pêdiviyên 200 hezar kes dabîn bike. Ev jî dibe sedema wê ku penaber di warê cih, xwarin û tenduristiyê de bikevin nav tengasiyê. Zivistan hat lê heta niha ti amadekariyek nehatiye kirin.”
Şevket Akdemîr da zanîn ku penaber li ser sînor rastî mudaxeleyên tund û girtinê tin û wiha axivî: “Yên ku ji Kobanî tên nasnameyên wan tên kontrolkirin û tên girtin lê li ser vê yekê ti daxuyaniyek nayê dayîn. Nahêlin malbatên xwe bibînin. Liv û tevgerek biçûk bikeve nav penaberan hêzên ewlehiyê bi gazê li wan didin û teqe li wan dikin. Tam alozî û tevlihevî ye.”
Akdemîr destnîşan kir ku ji ber xwepêşandanên Kobanî li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya binpêkirina mafên mirov pir zêde bûye û wiha axivî:
“DAIŞ li Sûriye û Iraqê ye lê bûye çavkanî û sedema binpêkirinan li Tirkiyeyê. Xelkê êrişên DAIŞê protesto dikir lê rastî mudaxeleyek tund hatin paşê kuştin û girtinê dest pê kir, êşkence hat kirin û her cure binpêkirina mafan hat kirin.”
Wî rayedarê ÎHDê behsa wê yekê jî kir ku hikûmet dixwaze destê polîs di serkutkirina xwepêşandan û çalakiyan de bihêztir bike û binpêkirina mafên bike qanûnî. Akdemîr wiha got: “Mîna rewşa awarte û rêveberiya teng nêzîk dibin. Polîs li ser her derî hatiye bicîhkirin. Girtin didome. Ev jî hemû çavkaniya xwe ji wê digire ku hikûmet bi xeletî li mijara DAIŞê dinêre.”
Rudaw
