• Sunday, 15 February 2026
logo

Hevserokê TEV-DEMê ji Rûdawê re: Ti çekdarekî DAIŞê li nav Kobanî de nemaye

Gulan Media October 17, 2014 Nûçe
Hevserokê TEV-DEMê ji Rûdawê re: Ti çekdarekî DAIŞê li nav Kobanî de nemaye
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kobanî Ome Elûş ragihand, ti çekdarekî DAIŞê li nav bajarê Kobanî de nemaye tenê li rojhilat û başûrê bajêr şerekî sivik heye. Elûş her wiha got, lê li gorî agahiyên ku ketiye destê wan DAIŞ dîsa xwe amade dike ku êrişî Kobanî bike.

Hevserokê TEV-DEMê Omer Elûş ji nav bajarê Kobanî ji Rûdawê re got, îro rewşa Kobanî pir kerr û aram e û top û êrişên DAIŞê bi temamî hatine sekinandin.

Ome Elûş da zanîn ku ti çekdarekî DAIŞê li nav bajêr de nemaye û got, lê şervanên YPG û YPGê pir bi tedbîr li nav bajêr digerin ji ber ku îhtimala wê heye nîşanavêjên DAIŞê xwe li nav malan de veşartibin yan jî mal bombe kiribin.

Elûş her wiha diyar kir ku şer û pevçûn jî pir kêm bûye tenê li rojhilat û başûrê Kobanî şerekî sivik heye.

Li gorî agahiyên Elûş, heta niha jî Kaniya Ereban, Girê Ereban û Girê Miştenûrê, ku li derveyî bajêr in, di destê DAIŞê de ne.

Rudaw
Top