Hevserokê TEV-DEMê ji Rûdawê re: Ti çekdarekî DAIŞê li nav Kobanî de nemaye
Hevserokê TEV-DEMê Omer Elûş ji nav bajarê Kobanî ji Rûdawê re got, îro rewşa Kobanî pir kerr û aram e û top û êrişên DAIŞê bi temamî hatine sekinandin.
Ome Elûş da zanîn ku ti çekdarekî DAIŞê li nav bajêr de nemaye û got, lê şervanên YPG û YPGê pir bi tedbîr li nav bajêr digerin ji ber ku îhtimala wê heye nîşanavêjên DAIŞê xwe li nav malan de veşartibin yan jî mal bombe kiribin.
Elûş her wiha diyar kir ku şer û pevçûn jî pir kêm bûye tenê li rojhilat û başûrê Kobanî şerekî sivik heye.
Li gorî agahiyên Elûş, heta niha jî Kaniya Ereban, Girê Ereban û Girê Miştenûrê, ku li derveyî bajêr in, di destê DAIŞê de ne.
Rudaw
