• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Di şerê terorê de pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir heye

Gulan Media October 16, 2014 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Di şerê terorê de pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir heye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Alîkarê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Tony Blînken û şanda pê re kir. Barzanî daxwaza alîkariya zêdetir ji Amerîka û hêzên hevpeyman kir da ku bikaribe bi awayekê bibandor li dijî terorîstan şer bike.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn, şerê li dijî DAIŞê, rewşa penaberan hat axaftin.

Li gorî malperê, şanda amerîkî kêfxweşiya xwe li hember berxwedan û şerê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û rizgarkirina hinek deveran ji destê wê koma terorîst anî ziman û ragihand, çawa ku Amerîka ji destpêka êrişên DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir dê li ser vê yekê berdewam be.

Di nûçeyê de hat gotin ku şanda amerîkî her wiha destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku beşdarî hikûmeta Iraqê bûne û wezîrên kurd şandine Bexdayê.


Hat gotin ku di hevdîtina Serokwezîr Barzanî û şanda amerîkî de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybet Kobanî ku zêdetirî mehekê ye ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin, jî hatiye axaftin.

Li ser wê mijarê şanda amerîkî li ser lêdana çeperên DAIŞê yên Kobanî agahî dane Nêçîrvan Barzanî û ragihandine, dê li ser lêdana DAIŞê berdewam bin lê ji rewşa Kobanî û deverên pir dilgiran in.

Li ser rewşa penaberan jî şanda amerîkî spasiya Kurdistanê kirye ku ewqas penaber di nav xwe de dihewîne û bûye sitargeha wan.



Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya gelê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Amerîka Barack Obama û şanda amerîkî kir û ragihand, Amerîka di rojên teng de bi hewara Kurdistanê hat û dostê xwe bi tenê nehîşt.
Nêçîrvan Barzanî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî hikûmeta Iraqê dibe û ji Amerîkayê xwest, piştgiriya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina nakokiyan bike.
Di dawiyê de Barzanî daxwaza alîkariyên zêdetir kir da ku Herêm Kurdistanê bikaribe bi awayekî bibandor şerê terorê û DAIŞê bike.

Rudaw
Top