‘Bexda 4 milyar dînar ji Kurdistanê re dişîne’
Derbarê mijarê de Hîva Hacî Mîrxan agahî dan BasNewsê û got: ‘’Hikûmeta İraqê soz daye ku ligel destbikarbûna wezîrên Kurd meaş û butçeya Kurdistanê bişîne. Herwiha gotiye dema wezîrên Kurd dest bi karên xwe kirin dê 4 milyar dînar wek pêşîne ji Kurdistanê re bişîne.’‘
Derheqa garantiya şandina 4 milyar dînar de jî, Hîva Mîrxan wiha axifî: ‘’Eger garantî jî hebe zêde baweriya me bi hikûmeta İraqê nîne, lê belê evna soza wan e ku dema wezîrên Kurd dest bi karê xwe bikin, ew pereyan bişînin, loma şandina meaş û butçeyê nêzîk bûye û li bendê ne.’‘
Hîva Mîrxan axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji miha Sibata îsal heta meha Tebaxê, Bexdayê 18 trîlyon û 400 û 86 milyar dînarên butçeya Kurdistanê neşandiye, vêna jî barê hikûmeta Kurdistanê giran kiriye ku nikaribe wek pêwist meaş bide.’‘
Basnews
