• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Spanyayê kir

Gulan Media October 16, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Spanyayê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Xosê Mariya Fêrî sefîrê Spaniyayê yê Îraqê ku, cara yekemîne serdana herêma Kurdistanê dike, kir û rewşa emnî û metirsiya terorîstên DAÎŞ bo ser deverê gotûbêj kir.

Di civînekê de ku, Duh roja pêncşemiyê 16.10.2014ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, rewşa Îraq û bi taybetî rewşa emnî li Bexdayê û deverên din yên welêt û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bo ser welatên herêmî bi giştî nirxand û sefîrê Spanyayê li hember rewşa aloza emnî li Îraqê dilgiraniya xwe nîşan da û got ku, tevî têkçûna rewşa amnî û nearamiyê li gelek deverên Îraqê, lê li Hewlêrê rewşeke timam cuda heye û rewş aram û bi îstîqrar e.

Dirustbûna hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û rola Spaniyayê di wê hevpeyvînê di civînê de hat behis kirin û tekîd li ser giringiya berhingarbûna DAÎŞ ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve hat kirin û di vî warî de sefîrê Spanyayê eşkere kir ku, parlamentoya welatê wî civîneke taybet li ser vê pirsê saz dike û piştgiriya Spanyayê bo herêma Kurdistan û Îraqê li cenga dijî terorê dupat kir.

Di civînê de her du aliyan tekîd li ser pêşvebirina têkeliyên siyasî û aborî kir û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê bi giringî ve li têkeliyên xwe yên digel Spanyayê dinêre û hêvî kir ku, Spanya rola xwe di cenga dijî teroroê de bilîze û di pirsa koçber û penaberan de jî hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Sefîrê Spanyayê got ku, ew dê têkeliyên xwe yên di warê bazirganî û siyasî de digel herêma Kurdistanê ber bi pêş bibin û kompanî û sermayedarên spanyayî teşwîq bikin rû li herêma Kurdistan bikin.

Pirsa beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta Îraqê de û giringiya wê beşdarîkirinê ji bo pirosesa siyasî niha û paşeroja Îraqê, beşek din ji mijarên civînê bûn.

Top