Zanyariyên pitir li ser biryara parlemanê bo naskirina Rojavayê Kurdistanê
Serokê Koma Yekgirtuyê Ebubekir Heledinî ragihand ku biryar hevkarîkirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi piraniya dengan hat dayîn.
Biryarên parlamentoya Herêma Kurdistanê dayîn wihane:
1-Parlamentoya Kurdistanê di her awaye de piştgirya xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê dike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyên fermî li gel Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
2-Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya aborî bide Rojavayê Kurdistanê.
3-Divê ji aliyên têkildar vê biryar bên pêkanîn.
4-Divê dijî van biryara tu biryar din neye dayîn.
5-Biryarê hatîn dayîn dê rojên pêş de di rojnameya fermî de bên ragihandin.
bi piraniya dengê endaman biryara hevkarîkirina kantonên Rojavayê Kurdistanê da.
Rêvebirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê (EGRK) duhî hatin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Civîna partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi rêvebiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî destpêkirî bû.
Tê gotin, di civîna encumenên Rojavayê Kurdistanê de dê rewşa Kobanî, avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş û nakokiyên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Hat zanîn civîn bi daxwaza Mesud Barzanî hat pêkanîn.
Ji şanda ENKSê 11 û ji ya TEV-DEMê jî 7 kes beşdarî civinê bûn.
11ê Tîrmeha 2012an 15 partiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi rêvebiriya Mesud Barzanî hatibûn ba hev û Mutebaqata Hewlerê imzê kiribûn. Piştî vê civînê Encumena Niştimanî ya Kurd hatibû damezirandin. Lê belê peyman heta niha nehat pêkanîn.
