• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîrê Fransa: Divê em dostên xwe yên Kurd biparêzin

Gulan Media October 16, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Fransa: Divê em dostên xwe yên Kurd biparêzin
Serokwezîrê Fransa Manuel Valls ji bo Kobanê daxwaz ji Tirkiyê kir ku 'xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û hemû tedbîran werbigire' û got: 'Divê vê yekê ji bo dostên xwe yên Kurd bikin û wan biparêzin.'

Piştî ku Serokkomarê Fransa François Hollande, Kobanê wek 'bajarê şehîd, bajarê sembola şer' îlan kir û banga 'vekirina sînor' li Tirkiyeyê kir, Serokwezîr Manuel Valls jî heman bang dubare kir.

Valls, li ser pirsa Serokê Koma Partiya Sosyalîst a li Meclîsa Neteweyî Bruno Le Roux a derbarê Kobanê de got: 'Li vê Meclîsê ez dixwazim bi xurtî bêjim; li dijî hevrikekî ku dixwaze bi wergirtina vî bajarî re kilîdeke stratejîk a li herêmê kontrol bike, bang li Tirkiyê dikim ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û hemû tedbîrên li ser tê ferzkirin, werbigire.'

Valls wiha axifî: 'Divê em vê bikin, ji ber ku li dijî terorîzm û wehşiyetê em vê têkoşînê dimeşînin. Divê em vê bikin, ji ber ku aramî rewşeke lezgîn e ji bo herêmê. Divê em vê yekê ji bo dostên xwe yên Kurd bikin û wan biparêzin.'

Valls got Fransa ku di rewşa heyî de tenê li Iraqê angaje bûye, alîgirê nêrîna Enqerê ya avakirina 'herêma tampon, herêmeke ewle' ye û banga Serokkomar Hollande dubare kir: 'Her kesê di pozîsyona tevgerê de ye, divê bikeve nava tevgerê, hema niha, di dema herî kurt de.'

Basnews
Top