Kurdistan çekan ji Kobanê re dişîne
Biryare di nava 24 seatan de çekên Kurdistanê bigehêjin Kobanê.
Piştî civîna dohê ya Serokê Kurdistanê a li gel part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re, hate zanîn ku biryar hatiye dayîn ku li ser fermana Serokê Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê çek û cebelxaneyan ji bo şervanên Kobanê bişîne.
Tê payîn ku di nava 24 seatan de vê çek û cebelxaneyên han bigehêjin destê şervanên Kurd yên li Kobanê.
