Yawer: Hêza DAİŞ’ê ya êrîşkirinê nemaye
Derbarê rewşa dawî ya eniyên şer de Cebar Yawer civîneke çapemeniyê lidar xist û wiha axifî: ‘’Bi baweriya me, li navçeyên Herêma Kurdistanê hêza êrîşkirinê ya DAİŞ’ê nemaye û zêdetir berevaniyê dike.’‘
Yawer da zanîn ku ofîsên heş welatên alîkariyê didin li Herêma Kurdistanê hene û wiha pêde çû: ‘’Herwiha nûnertiyên wan jî hene û bi awayekî cor bi cor alîkariya leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine. Hinek ji wan welatan alîkariya çek û teqemenî şandine, hinek jî şiyana wan nîne û tenê çek û teqemenî veguhestine.’‘
Yawer bêagahbûna xwe jî anî ziman ji wêya ku Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê ji Serokê Amerîkayê re şandiye û gotiye hinek welatên hevpeyman çek ji Herêma Kurdistanê re neşandine.
Basnews
