• Sunday, 15 February 2026
logo

Yawer: Hêza DAİŞ’ê ya êrîşkirinê nemaye

Gulan Media October 15, 2014 Nûçe
Yawer: Hêza DAİŞ’ê ya êrîşkirinê nemaye
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer ragehand ku hêza DAİŞ’ê ya êrîşkirinê nemaye û got: ‘’Niha li navçeyên Kerkûk û Daquq tevgera DAİŞ’ê heye û em ji vê rewşê agahdar in.’‘

Derbarê rewşa dawî ya eniyên şer de Cebar Yawer civîneke çapemeniyê lidar xist û wiha axifî: ‘’Bi baweriya me, li navçeyên Herêma Kurdistanê hêza êrîşkirinê ya DAİŞ’ê nemaye û zêdetir berevaniyê dike.’‘

Yawer da zanîn ku ofîsên heş welatên alîkariyê didin li Herêma Kurdistanê hene û wiha pêde çû: ‘’Herwiha nûnertiyên wan jî hene û bi awayekî cor bi cor alîkariya leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine. Hinek ji wan welatan alîkariya çek û teqemenî şandine, hinek jî şiyana wan nîne û tenê çek û teqemenî veguhestine.’‘

Yawer bêagahbûna xwe jî anî ziman ji wêya ku Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê ji Serokê Amerîkayê re şandiye û gotiye hinek welatên hevpeyman çek ji Herêma Kurdistanê re neşandine.

Basnews
Top