PDK û YNK xalên rêkeftina stratejîk serrast dikin
Herdu polîtburoyên PDK û YNK’ê îro li Hewlêrê civiyan. Piştre di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNK’ê Mela Bextiyar naveroka civînê eşkere kirin.
Barzanî derbarê rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê de got: ‘’Rêkeftina stratejîk berê hatiye kirin û pêwistiyek bû, ji bo Herêma Kurdistanê destkefteke wê ya mezin hebû, lê niha rewş hatiye guhertin û herdu alî hevdeng in li ser wêya ku divê xalên wê rêkeftinê bên serrastkirin û aliyên din jî beşdar bibin.’‘
Derbarê serdana xwe ya Bexdayê de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Piştî ku wezîrên Kurd vegeriyan Bexdayê û sonda yasayî xwarin, em ê jî serdana Bexdayê bikin û gotûbêjeke cidî ligel Bexdayê dikin, em amade ne bi hev re rûnin û bi gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin.’‘
Basnwes
