Pentagon: Bi sedan çekdarên DAIŞê li Kobanî hatine kuştin
Berdevkê Pentagonê John Kirby di civîneke rojnamevanî de, eşkere kir, ku di nav çend rojên borî de çeperên DAIŞ yên li Kobanî 40 carî rastî êrişa balafirên şer hatine.
John Kirby diyar kir, ku di encama wan êrişan de bi sedan çekdar hatine kuştin lê hîn jî xetera wê heye ku bajarê Kobanî bikeve destê DAIŞê.
Wî rayedarê leşkerî yê Amerîkayî da zanîn, ku çekdarên DAIŞê yên li niha li nav Kobanî de ne ji yên berê zêdetir in lê piraniya sivîlan ji bajêr derketine.
John Kirby got, ku eger Kobanî bikeve destê DAIŞê tê wateya binketinek mezin û wiha axivî: “Çekdarên DAIŞê dixwazin deverên zêdetir bixin destê xwe lê şervanên kurd pêşiya wan digirin û nahêlin. Em jî bi êrişên asmanî alîkariya wan dikin. Ti kes naxwaze ketina Kobanî bibîne.”
Ji aliyekî din, nûnerê taybet ê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de general John Allen jî li ser operasyonên hewayî yên li Kobanî got, operasyonên ku li Kobanî tên kirin di çarçoveya stratejiyê de nayên kirin tenê bi hêcetên mirovahiyê tên kirin.
Rûdaw
