• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Ruwandizê Pêşmergeyek û kurê wî li ber lehiyê çûn

Gulan Media October 16, 2014 Nûçe
Li Ruwandizê Pêşmergeyek û kurê wî li ber lehiyê çûn
Ji ber barîna rêjeyek zêde ji baranê li sînorê qezaya Ruwandizê li Herêma Kurdistanê, lehî rabû û bavek û kurê wî li ber xwe birine.

Di vê derbarê de, Rêveberê Berevaniya Şaristarnî li Soran, Osman Memereş ji BasNewsê re got:``Şeva burî lehiyê bavek û kurê wî , ku xelkê gundê Zerwanê yê ser bi qezaya Ruwandizê ve bûn, li ber xwe birin û herduyan canê xwe ji destan``.

Navburî zêdetir got:``Ezîz Mustefa ji dayîkbûyê sala 1972an û Pêşmerge bû li Lîwaya 7 a bejayî û Cîhad Ebdulla, ku ji dayîk bûyê sala 1995an ye û xwendekare, di dema rizgarkirina dewarên xwe de li ber lehiyê çûne``.

Herwiha Rêvebrê Berevaniya Şaristanî ya Soranê diyar kir ku``Tîmên Berevaniya Şaristanî karîbûn termên wan li nêzîkî gundê Berzêwe yê li sînorê qezaya Riwandizê bibînin``.

Di derbarê zirarên madî de jî, Osman Memereş got:``Li gundê Zerwanê 3 xanî bi temamî hilweşiyan û çend gundinên navçeyê jî rêya hatin û çûna wan hatin girtin.

Wek tê zanîn, ji ber baran barînê li çend navçeyên Herêma Kurdistanê rêjeya avê bilindbûye û li hin navçeyan lehî rabûye û li navçeya Soranê jî, lehî rabûye û zirar bi gundiyan bûye.

Rudaw
Top