Wezîrên Kurd roja şembiya bihê sund dixwen
Endama encûmena nûnerên Iraqê Emîre Ebdulkerîm ji PNA re ragihand, ku sundxwarina wezîrên Kurd ji bo heftiya bihê hat lipaşxistin, ji ber ku sundxwarina wan di projeyê kar de nebû.
Weha jî da zanîn, ku sundxwarina parliyamenterên nû jî hat lipaşxistin û biryare ew roja şembiya bihê sunda qanûnî bixwen.
