Çekdarên Şîi welatiyên Sune li Îraqê dikujin
Saziya lêbûrîna cîhanî dibêje çekdarên Şîi bi piştgîriya hikûmetê welatiyên sune dikujin.
Saziya lêbûrîna cîhanî di raporeteke xwe de ragehand ku çekdarên derqanûnî yên Şîi li Îraqê bi hekvarî û bi piştgîriya hikûmeta Îraqê welatiyên sune dirfênin û wan dikujin.
Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye nivîsandin ku çekdarên derqanûnî yên Şîi piştî êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser Îraqê bi agehdarî û piştigîriya hikûmeta Îraqê operasiyonên curbicur li dijî welatiyên sune pêk anîne û heta niha bi dehan welatiyên sune rifandine û pişt re wan kuştine.
Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku welatiyên sune bo ku werin azad kirin kesûkarên wan zêdetir ji 80 hezar dolanê Amerîkayê didin çekdarên Şîi lêbelê çekdarên Şîi piştî wergirtina wan pereyan jî ew welatiyên han yên sune ên ku binçav kirine dikujin.
Di dawiya raporta han de saziya lêbûrîna cîhanî eşkere kiriye ku hikûmeta Îraqê jî hevparê ew komkujiyên hane û jiber wan komkujiyan rewşa Îraqê gelek aloz bûye û Îraq rastî şereke olî ya gelek dijwar hatiye.
