François Hollande: Pêwîste Tirkiye sînorên xwe vebike
Serokkomarê Franseyê dibêje lazime Tirkiye sînorên xwe yên li gel Kobanê vebike.
Serokkomarê Franseyê François Hollande ragehand ku lazime hikûmeta Tirkiyeyê bo hevkarî kirina Kobanê û parastina Kobanê li hember êrîşên terorîstên DIŞIê de sînorên xwe yên li gel Kobanê vebike.
Hollande herwiha eşkere kir ku lazime Tirkiye derfetê bide wan kesên ku dixwazên hevkariya hêzên Kurdî yên ku Kobanê diparêzin bike daku bikaribin hevkariyên xwe bigehînin Kobanê.
