• Sunday, 15 February 2026
logo

Şervanên YPGê gundekî Kobanî ji destê DAIŞê derxistin

Gulan Media October 14, 2014 Nûçe
Şervanên YPGê gundekî Kobanî ji destê DAIŞê derxistin
Li Kobanî gundek ji aliyê şervanên YPGê ve hat rizgarkirin, her wiha ew ala reş a DAIŞê ku li aliyê rojhilatê bajarê Kobanî hatibû daliqandin, êdî nayê dîtin. Li başûrê Kobanî jî bombe bi ser DAIŞê de barîn.

Li gorî pêzanînan, balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman îro danê sibê dîsa li çeperên DAIŞê yên li başûrê Kobanî dan.


Di encamê de gellek çeper û otomobîlên zirhî yên DAIŞê hatin jinavbirin. Şer û pevçûn li sê eniyên Kobanî didome. Dengê şer û pevçûnên ku li deverên nêzîkî sînor didome, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî tê bihîstin.


Hat gotin ku ew ala reş a DAIŞê ya ku li rojhilatê bajaê Kobanî hatibû daliqandin, êdî nayê dîtin.


Ji aliyekî din, şervanên YPGê karîn piştî mehekê şer û pevçûn yekemîn gundê Kobanî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin.


Li gorî malpera ANHAyê ya nêzîkî PYDê, şervanên YPGê karîn gundê Til Şeîrê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

Rûdaw
Top