Cemîl Bayik: Ji bo ku pêvajo bidome divê Tirkiye mercên me qebûl bike
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, ji Reutersê re axivî û got, pêvajo bidawî dibe lê hîn jî hikûmeta Tirkiyeyê gaveke berçav nehavêtiye.
Cemîl Bayik anî ziman ku yan divê Tirkiye bi tevgera kurd re dest bi muzakereyeke berfireh bike yan jî dê li Tirkiyeyê şerê hundir derkeve.
Bayik diyar kir ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome divê Tirkiye mercên wan qebûl bike û wiha axivî: “Divê rewşa rêberê Apo di girtîgehê de were başkirin, garantiya wê were dayîn ku guhertinên destûrê bên kirin her wiha rê bê dayîn ku aliyeke sêyemîn çavdêriya pêvajoyê bike.”
Hevserokê KCKê hişyarî da hikûmetê û ragihand, eger hikûmet van mercan qebûl neke wê demê PKK dê hêzên xwe yên ku ji Tirkiyeyê vekişandibû dê dîsa vegerîne û da zanîn, ev mijar dê di nav çend rojên bê de zelal bibe.
Li gorî Cemîl Bayik, agirbesta Tirkiye û PKKê didome lê Tirkiye li Sûriyê di eniya herî pêş de li dijî Kurdan şer dike.
Bayik dewleta Tirkiyeyê û Fethullah Gulen bi wê tohmetbar kir ku ji komên radîkal ên îslamî re şervanan kom dikin û wan li dijî Kurdan didin şerkirin ji ber wê mafên Kurdan jî heye li Tirkiyeyê şer bikin.
Cemîl Bayik di bersiva pirsa “gelo hûn dê gerîlayên xwe ji bo piştevaniya kurdên Sûriyê bişînin Rojava ya na” de jî wiha got: “Pêwîst nake. Em naxwazin ti kesî bişînin Rojavayê Kurdistanê. Lê eger hikûmeta tirk di şer de îsrar bike wê demê li Bakurê Kurdistanê jî şer derkeve.”
Rudaw
