Brîtanya jî behsa serxwebûna Kurdistanê dike
Doh Wezîrê Derveyê Birîtanya Philip Hammond bi serdanekê gihişte Iraqê û piştre jî hat Herêma Kurdisatnê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û karbidestên herêmê civiya û di civîneke çapemeniyê de armanca serdana xwe aşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de Hammond got: ‘‘Li gor bîr û baweriyên min yekparçeyiya Iraqê di şensê dawî de ye, ku wek welatekî yekbûyî li deverê bimîne. Evna pir aşkere ye ku Kurd wê heta 10 salên din destgirêdayî nemînin, lewra ev qonax gelekî giringe bo yekparçeyiya axa Iraqê û Herêma Scotlande jî modeleke baş e bo xelkê Iraqê, Scotlandiyan rapirsî bo cudabûnê kir, lewra divê ew ezmûn jî li ber çavan bê girtin.’‘
Wezîrê Derveyê Birîtanya Philip Hammond axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Birîtanya wê li ser alîkariyê leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam be û pisporên Birîtanî jî li ser alavên pûçkirina mîn û bombeyan Pêşmergeyan perwerde dikin.’‘
Basnews
