´Eger Kobanê bikeve divê Tirkiye ji NATO bihê derxistin´
Lévy ji AFP'ê re axivî û got, "Eger Kobanê têk biçe, wê pozîsyona Tirkiyeyê ya di nava NATO'yê de bibe cihê pirsgirêkê." Lévy got, "Pêwîste di nava saetên pêş de ev yek ji Tirkiyeyê re bê gotin."
Fîlosofê Fransayê got, "Hêzên DAIŞ'ê her saet, kolan bi kolan bi pêş dikevin. Çareseriya dawî ew e, ku ya artêşa Tirk di çarçoveya endametiya NATO'yê de dest lê werde, yan jî ji bo parastina bajarê li ser sînor bloke bûye destûr ji derbasbûna bi hezaran şervanên Kurd ên dilxwaze re bê dayîn."
Lévy got, "Lê belê Tirkiye xwe nalivîne. Xwe li pişt hincetên hiqûqî vedişêre. Li benda têkçûna bajêr e. Eger Kobanê têk biçe, divê hikûmeta Tirk weke yekser berpirsyarê vê bê dîtin."
Lévy got, "Tirkiye lingê rojhilat ê Tifaqa Atlantîk (NATO) e. Ji bo hebûna wê ya li nava NATO êdî dema piştrastkirinê ye" û bi vî rengî dewam kir: "Li aliyekî bê gotin ku DAIŞ gefeke global e, li aliyê din jî ji ber bêberpirsyariya Erdogan lawazmayîna tifaqa leşkerî ya bersivdayîna li DAIŞ'ê, di vê nuqteya herî girîng a jiyanî de, bi xweşbînî nayê dîtin."
Lévy her wiha got, "Kobanê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja pêşeroja wê ya li nav Ewropayê û ji bo endametiya wê ya li NATO testek e" û ev xal destnîşan kir: "Eger Kobanê bikeve, ez ne bawerim karibe di bin sîwana NATO de bimîne."
