Balafirên şer ên Tirkiyê Oramar bombebaran kir
Leşkerên Tirk ev sê roj in navçeya Sat, Çarçela û Avaşîn û gelek xalên din bi topên hawan û obusan bombebaran dikin û gerîlayên HPG’ê jî duh di saetên nîvro de li dijî tabura leşkeran êrîşek pêk anîn.
Li gor ANF, li qadên Gelok, Peyî û Geper jî di encama êrîşên li dijî taburê de şerekî sê saetan çêbû. li ser vê balafirên şer ên ji Meletî û Diyarbekirê hatin gelek xalên Gelok, Peyî, Geper, Avaşîn û Sat bombeberan kirin. Hat zanîn ku di bombebaranê de wendahî çênebûye.
Li aliyê din li Geverê jî tîmên taybet li gund û ketina navçeyan kemîn danîne. Li gor agahiyên hatine wergirtin di saetên şevê de di têketina Geverê de li girê li hemberî nokteya polîsan, li gundê Pagi ya li hemberî Çelê û navbera gundê Pagi û Mîçîç li nokteyên stratejîk kemîn hatine danîn. Herwiha tevgerên keşfê yên bi rojan berê hatibû destpêkirin jî didome.
Basnews
