• Sunday, 15 February 2026
logo

Balafirên şer ên Tirkiyê Oramar bombebaran kir

Gulan Media October 14, 2014 Nûçe
Balafirên şer ên Tirkiyê Oramar bombebaran kir
Ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve navçeya Oramar hat bombebarankirin û hat zanîn ku leşkerên Tirk jî li gundên derdor û derketina navçeyan kemîn danî ne.

Leşkerên Tirk ev sê roj in navçeya Sat, Çarçela û Avaşîn û gelek xalên din bi topên hawan û obusan bombebaran dikin û gerîlayên HPG’ê jî duh di saetên nîvro de li dijî tabura leşkeran êrîşek pêk anîn.

Li gor ANF, li qadên Gelok, Peyî û Geper jî di encama êrîşên li dijî taburê de şerekî sê saetan çêbû. li ser vê balafirên şer ên ji Meletî û Diyarbekirê hatin gelek xalên Gelok, Peyî, Geper, Avaşîn û Sat bombeberan kirin. Hat zanîn ku di bombebaranê de wendahî çênebûye.

Li aliyê din li Geverê jî tîmên taybet li gund û ketina navçeyan kemîn danîne. Li gor agahiyên hatine wergirtin di saetên şevê de di têketina Geverê de li girê li hemberî nokteya polîsan, li gundê Pagi ya li hemberî Çelê û navbera gundê Pagi û Mîçîç li nokteyên stratejîk kemîn hatine danîn. Herwiha tevgerên keşfê yên bi rojan berê hatibû destpêkirin jî didome.

Basnews
Top