Amara dawî ya teqîna Qeretepe
Qeymeqamê qeza Kelarê amara dawî ya şehîd û birîndarên teqînên li bajaroka Qeretepe a ser bi parêzgeha Diyaleyê aşkira dike û radighîne ku li nava birîndaran de zarok û kal û pîr jî hene.
Celal Şêx Nurî ji Xendanê re ragihand: Heya niha 138 di teqînê de birîndar bûne û termê 23 şehîdan jî gîhandine nexweşxaneya Kelarê.
Cela Şêx Nurî qeymeqamê qeza Kelarê got: 14 ta15 kes ji birîndaran pêşmergeyên kêmendamên senger ku xelkê navçeya şarbajêr ya Silêmaniyê ne û weku xwebexş hatine sengerên pêşmerge li Qeretepe.
Got jî: LI nava birîndaran de jin û zarok jî hene û 2 zarok jî temen 2 sal û 3 salî jî hebûne.
Qeymeqamê qeza Kelarê ew jî aşkira kir ku birêvebirê bajaroka Qeretepe û birêvebirê asayîş û berpirsê komîteya Qeretepe a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK jî di nava birîndaran de ne.
Xendan
