Piştî 26 salan zarokekî din ê Helebceyê hat dîtin
Hikmet Fayiq wiha axifî: ‘‘Şeva borî kesekî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê peywendî ligel min kir û tekez kir ku ew zarokekî winda yê Helebceyê ye. Bi gotina wî kesî be yê ku ligel min axifî, ew dema kîmyabarana Helebceyê di temenê 9 mehî de birine nexweşxaneyên welatê Îranê û ji aliyê dayik û bavekî Kurd ê bajarê Sine ve hatiye xwedîkirin û heta vê dawiyê nizanîbû Helebceyî ye, lê niha ku mezin bûye û zaniye ku ew xelkê bajarê Helebce ye, dixwaze mirovên xwe bibîne daku bi wan şa bibe.’‘
Fayiq wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Navê wî zarokî Berzan Cefer e û tenê wêneyekî wî yê ku temen 2 salî heye û ew wêne li bajarê Sine girtiye û ew wêne bo Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce şandiye daku hewla dîtina mirovên xwe yên li Helebceyê bide.’‘
Fayiq bi rêya BasNewsê daxwaz ji Helebceyan kir, ku yên zarokên xwe di kîmyabaranê de wenda kirine û wêneyê wî zarokî dinasin peywendiyê bi Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce re bikin, daku bikaribin xizim û mirovên wî zarokî bibînin. Wek tê zanîn, heta niha ji ber kîmyabarankirina Helebceyê di sala 1988’an de, nêzîka 50 zarokên Helebceyê wenda ne û heta niha nêzîka 7 zarokan hatine dîtin.
Basnews
