• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kerkûkê teqîn: 3 kuştî û 20 birîndar

Gulan Media October 12, 2014 Nûçe
Li Kerkûkê teqîn: 3 kuştî û 20 birîndar
Îro li taxa Huriye ya bajarê Kerkûkê teqînek rû da û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Xwekujşekî li ser motorekê îro derdora seat 8 xwe bi li taxa Huriye ya bajarê Kerkûkê teqand.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Di encamê wê teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Wî xwekujî hêzên polîs kiribû armanca xwe, lê di teqînê de kesên sivîl jî bûn qurbanî.”

Rudaw
Top