• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê otomobîlên Kurdên Başûr dikevin ber êrîşan

Gulan Media October 13, 2014 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê otomobîlên Kurdên Başûr dikevin ber êrîşan
Hinek kes li Bakurê Kurdistanê êrîş dikin ser otombêlên geştyarên Başûrê Kurdistanê û çavkaniyek ji ser sînor jî dibêje ku “ewên êrîş dikin ser otombêlên Başûriyan ser bi partiyeke Bakûr in.”

Çavkaniyêk ji Bakurê Kurdistanê ku nexwest navê wî/ê were eşkere kirin ji Basnewsê re ragihand ku “Ev nêzîkî heftiyekê ye ku hinek genc li Bakurê Kurdistanê êrîş dikin ser otombîlên geştyar û bazirganên Başûrê Kurdistanê yên serdana Tîrkiyê dikin.”

Çavkaniyê got “Ew genc ser bi partiye ka Bakûrê Kurdistanê ne.” Lê navê wê partiye aşkere nekir.

Li ser vê bûyerê, Berpirsê Asayişa Gumrika İbrahîm Xelîl, Abdulwehab Mehemed ji Basnewsê re diyar kir ku “ Li Silopî û Cizîrê hinek kesên ku serûçavê xwe girtine êrîş dikine ser otombîlên geştyar û xelkên Başûrê Kurdistanê.”

Mihemed zêdetir got “Em nizanin kîne û çima êriş dikin. Lê em li ser mijarê lêkolînan dikin.”

Basnews
Top