• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞ ji Başîk û Berteleyê vedikişe

Gulan Media October 13, 2014 Nûçe
DAIŞ ji Başîk û Berteleyê vedikişe
Çekdarên DAIŞê xwe amade dikin ku ji nahiyeyên Başîke û Berteleyê yên girêdayî bajarê Mûsilê vekişin û derbasî nav Mûsilê bibin.

Berdevdê Melbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Mûsilê Xeyas Surçî ji Rûdawê re got: “Di 2 rojên borî de çekdarên DAIŞê dest bi veguhestina kel û pelên nav fermangehên hikûmî yên li nahiyeyên Başîk û Berteleyê kirine bo navdenda bajarê Mûsilê, ev jî wek amadebûnê ye ji aliyê DAIŞê ve bo vekişandina ji wê navçeyê.”

Xeyas Surçî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê nîva şevê kel û pelan vediguhezin ji ber ku em bi dorbînên taybetî dibînin.”

Derbarê paşvekişana çekdarên DAIŞê ji Başîk û Berteleyê, berdevkê melbenda YNKê wiha got: “Li gorî agahiyên me tevahiya çekdarên biyanî ji wan herdu nahiyeyan vekişiyane û tenê komek çekdarên xelkê navçeyê li wir mane ku çekên sivik û navend ligel komek otombîl bi wan re ne.”

Piştî ku çekdarên DAIŞê roja 3ê Hezîrana îsal bajarê Mûsilê girtin, dest danîn ser nahiyeyên mîna Başîk û Berteleyê jî ku piranî mesîhî (xirîstiyan) û kurdên şebek lê dijîn.

Rudaw
Top