“Amerîka dê li Tirkiyeyê şervanên YPGê perwerde bike”
Li gorî malpera tirkî ya Radîkalê, jêderên amerîkî eşkere kirine ku Tirkiye tevlî programa “perwerdekirin û çekdarkirinê” ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bûye û bi vî awayî aloziya ku ji ber rewşka Kobanî û şerê DAIŞê di navbera Washington û Enqereyê de çêbûye, hinekî daniye.
Li gorî nûçeyê, wan jêderan dane zanîn ku Tirkiye razî bûye komek şerêvan PYDê jî di nav hêzên dijbereya Sûriyê de bên perwerdekirin lê ew şervanên kurd dê ji aliyê Amerîkayê ve bên fêrkirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku li ser cihê perwerdeyê heta niha jî gotûbêj di navbera rayedarên tirk û amerîkî de heye.
Tê gotin jibilî komek şervanên YPGê dê beşek ji hêzên îslamî yên lîberal ên di bin navê Volkana Firatê de li hev kom bûne jî dê bên perwerdekirin.
Ji aliyekî din hat îdiakirin ku Herêma Kurdistanê yekemîn barê cebilxane û alîkariyên leşkerî rojên 25-26ê Îlona îsal û bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şandiye Kobanî.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 7 kamyon bar kiribû ku 3 ji wan hemû cebilxane û alîkariyên leşkerî bûne û nehatine sehkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî duh gotibû, me çek û cebilxane ji Kobanî re şandiye.
Rudaw
