• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Me çek ji bo Kobanê şandiye

Gulan Media October 13, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Me çek ji bo Kobanê şandiye

Cîgirê Serokê PDKê dibêje me li gor derfetan çek ji Kobanê re şandiye.

Duh Cîgirê Serokê giştî yê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke PDKê li gel heyeteke Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Mele Bextiyar civiya.

Di civîna han de heyetên PDKê û YNKê hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa dawî ya Kurdistanê behsa rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û deverê kirin.

Piştî bi dawî hatina civîna han Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar di presskonferanseke hevbeş de behsa naveroka civîna han kirin.

Di presskonferansa han de Serokê heyeta PDKê Nêçîrvan Barzanî got: Civîna han civîneke gelek baş bû û di gelek waran de firkrên me nêzî hevin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku di civînê de me behsa çawetiya parastina peyweniyên heyî yên di navbera her du aliyan de kir û gehêştine encamên girîng.

Di beşeke din ya presskonferansa han de Mele Bextiyar jî eşkere kir ku em li ser parastina peymana steratejîk ya di navbera her du aliyan de bi îsrarin.

Di berdewamiya presskonferansa han de Barzanî behsa rewşa Kobanê jî kir û got: Hikûmeta Kurdistanê li gor karîn û derfetên heyî hevkariya Kobanê kiriye û hevkariyên han vê bidomin, lê dibe rastiya rewşa Kobanê li ber çavan re were derbaskirin û di warê çek û cebelxane de jî hikûmeta Kurdistanê çî pê çê bûye bo Kobanê kiriye çek û cebelxane bo Kobanê û YPGê birê kiriye.

Barzanî eşkere kir ku her çend me nikariye hêzên pêşmerge bo Kobanê binêrên lêbelê li Hewlêrê bi hevkarî û hemahengiya hikûmeta Kurdistanê bi rêya pêşkêş kirina zaniyariyan li ser cêyên terorîstên DIŞIê bi balefirên şer yên hevpeymaniya cîhanî û bordiman kirina terorîstên DIŞIê me hevkariya Kobanê kiriye.
Top