Barzanî: Tişta ku me ji Hewlêrê re kiriye me ji Kobanî re jî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Sky newsê amaje bi stratejiya şerê li dijî DAIŞê kir û ragihand: “Stratejiya me dûrxistina DAIŞê ji sînorên Herêma Kurdistanê ye. Çavê me ne li axa ti kesî ye, lê em rê nadin DAIŞê ku bihustekê ji axa me dagîr bike.”
Barzanî da zanîn ku, armanca sereke ya DAIŞê lawazkirina pirsa kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê, ji ber ku DAIŞ wek wan rêxistinên din ên tundrew e û bidestxistina wan hemû çekan me dide fikirandin.
Derbarê rewşa Kobanî jî, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Kobanî berevaniyeke mezin dike û PKK di wê berevaniyê de roleke mezin dibîne.”
Barzanî derbarê gihandina alîkariyan bo Kobanî de jî wiha got: “Dema ku ez dibînim bajarekî kurdî tê dorpêçkirin dilê min parçe parçe dibe. Lê ji ber cografiyaya Kobanî em nikarin wê rizgar bikin. Ez bawer nakin ku Tirkiye rê bide me ku em hêzên xwe bişînin Kobanî. Tişta ku me ji Hewlêrê re kiriye me ew yek ji Kobanî re jî kir. Kobanî ji min re pir girîng e û ez bang li hemû cîhanê dikin ku bi hewara Kobanî ve biçin.”
Mesûd Barzanî derbarê helwesta Tirkiyeyê di şerê li dijî DAIŞê de wiha got: “Em li hêviya helwesteke bihêztir bûn ji Tirkiyeyê. Li her cihekî be, nabe ew welat bibe rêgir li pêşiya bidestxistina mafê gelê Kurd. Pêwîst e Pêvajoya Aştiyê berdewam be.”
Serokê Herêma Kurdistanê ku di eniyên şer de ev hevpeyvîn pêk aniye, wiha domand: “Ez vegeriyame ser karê xwe yê pêşmergetiyê. Min bawer nedikir ku careke din vegerim ser hûrgiliyên karên pêşmergetiyê, lê di nava xwe de berdewam ez amade bûm.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Şerefekî mezin e ku em şerê serxwebûnê dikin. Ti tişt me ji mafê referandomê venagerîne û ew yek mafekî me yê sade ye. Em ji ti kesî qebûl nakin ku wî mafî ji me bistîne. Ne ez biryara serxwebûnê didim gelê Kurd wê biryarê dide. Kerkûk beşeke ji referandomê û welatiyên wî bajarî dê bi xwe biryarê li ser wê mijarê bidin.”
Barzanî amaje bi guhertinên navçeyê kir û wiha got: “Guhertinên mezin birêve ne. Em naxwazin Herêma Kurdistanê tevlî parçeyên din ên Kurdistanê bikin. Divê her parçeyekî Kurdistanê çareseriyeke guncaw jê re bê diyarkirin. Em amade ne di pêşerojê de hevkariya kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bikin bo bidestxistina armancên wan.”
Rudaw
