• Sunday, 15 February 2026
logo

Di şerê Kobanê de zêdeyî 550 kesan hatine kuştin

Gulan Media October 12, 2014 Nûçe
Di şerê Kobanê de zêdeyî 550 kesan hatine kuştin
Ji ber êrîşên çekdarên DAIŞ`ê bo ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ji 550 kesî hatine kuştin ji wan 238 kes şehîdên şervanên YPG`e ne.

Serokê Rewangeha Sûrî ya Mavên Mirovan ,Ramî Ebdulrehman got:` Di dema 3`ê heftiyên burî de, ji encamên êrîşên DAIŞ`ê bo ser bajarê Kobanê 554 kes hatine kuştin.

Herwiha navborî diyar kir ku:`Ji koma wan kuştiyan 298 kes çekdarên DAIŞ`ê ne û 238 kes jî şehîdên şervanên YPG`ê ne û 20 kesên din jî welatiyên sivîlin.

Her di vê derbarê de, Şandeyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura hişyarî da, ku heta niha nêzîkî 12 hezar welatî di sînorê bajarê Kobanê de mane û ji wê komê jî, nêzîkî 700 kesên kalin.

Lê ligor çavkaniyên BasNewsê jî, heta niha 700 ta 1000 kesî di nav bajarê Kobanê de mane. Li gor amaran heta niha nêzîkî 200 hezar kes ji ber êrîşên DAIŞ`ê bo ser devera Kobanê koçber bûne.

Basnews
Top