Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
Li gor agahiyên BasNewsê, şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike. Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Di vê serdanê de Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Azad Mela Fendî di nav şandê de cîh digirin.’‘
Derheqa armanca serdanê de jî heman çavkanî wiha axifî: ‘’Di civînên Bexdayê de gotûbêj li ser pênc xalan tên kirin. Yekem; Hikûmeta İraqê pêbendbûna xwe nîşan bide li ser cîbicîkirina sozên xwe di hundirhe sê mehan de. Duyem; Pirsa şandina butçeya Kurdistanê û meaşê fermanberan nebe karteke siyasî. Sêyem; Butçeya 2014’ê bikeve bernameyê kar ê Parlamentoya İraqê û deng li ser bê dayîn. Çarem; Meseleya ewlekariya İraqê û sînorên Herêma Kurdistanê. Pêncem jî; Pişka Kurdan di hikûmeta Heyder Ebadî de.’‘
Di vê derbarê de Endamê Şanda Danûstandinan a Kurdistanê Zana Rostayî ji BasNewsê re got: ‘’Serokwezîr û şandeke hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dikin, lê dema serdanê heta niha nayê zanîn. Herwiha ew hemû pirs û mesele tên gotûbêj kirin ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne pirsgirêk û nehatine çareserkirin.’‘
Basnews
