Operasyonên azadkirina Şingalê destpêkirin
Çavkaniyek leşkerî amaje bi amadebaşiya Pêşmergeyan bo azadkirina Şingal û Zumarê dike û aşkere kir ku Pêşmergeyan derbeyek dijwar li çekdarên DAIŞê daye.
Çavkaniyekê ji nava Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re ragihand ku, êrîşeke berfereh li ser Şingalê hatiye destpêkirin û dê ew bajarok ji çekdarên DAIŞê were paqijkirin.
Çavkaniyê, ku navê wê ji aliyê BansNewsê ve parastî ye, got: “Eger pêwîste be, dê bi rêyên ezmanî û bejayî dezgehên istixbaratî têkevin xizmeta wê êrîşê.”
Di vê barê de nûnerê Zumatê di xula ber ya Parlementoya Iraqê de, Miheme Xelîl da zanîn ku, Pêşmergeyan û xelkên navçeyê pilanek taybet bi azadkirina wê deverê danane û di demejê nêzîk de her du bajarokê Şingal û Zumar ji dest DAIŞê bên azadkirin.
Roj 3 Îlonê, çekdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarokê Şingalê û ew bajarok dagîrkirin.
Basnews
