• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞ seriyê rojnamevanekî din birî

Gulan Media October 12, 2014 Nûçe
DAIŞ seriyê rojnamevanekî din birî

Çavkaniyeke ewlekariya Îraq`ê ragihand ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) serê rojnamevan Re`id El Ezawî birî ku, li Kenla Sema Selahedîn wênegir bû, jiber ku amade nebûn tevlî rêzên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê)bibin digel birayê xwe û 2 kesên din ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) ve hatibûn revandin.

Heman çavkaniyê got: Beriya 2 heyvan li Navçeya El Elem,Reid El Ezawî û birayê wî û 2 akinciyên gundê Semre ya ser bi Navçeya Elemî ya bajarê Tikrît`ê ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hatibûn revandin.

Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) serê rojnamevan û birayî wî û 2 kesên din birî.

Amaje bi wê yekê kir ku, êvareya roja Înê termê her 4 li tenîşta rêya gundê Semre hatin dîtin ku serên wan hatibûn birîn.

Beriya wê jî roja 8 Îlon`ê Rewangeha Azadiya Rojnamevaniyê ragihandibû ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) biryar dabû serê rojnamevan Re`id El Ezawî bibire ku li parêzgeha Selahedîn`ê hatibû revandin.


Xendan
Top