• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka: Rewş li Kobanê gelekî metirsîdare

Gulan Media October 12, 2014 Nûçe
Amerîka: Rewş li Kobanê gelekî metirsîdare
Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Chuck Hagel ragihand ku rewş li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê “Gelekî metirsîdare.”

Chuck Hagel di daxuyniyekê de bo rojnamevanan ji welatê Chili balkişande ser şerê li Kobanê di navbera şervanên Kurd û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal der, ku bi navê DAIŞê tê naskirin û got: “DAIŞ hîn wek gefekê yeli ser Kobanê, ya li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê.”

Hagel da zanîn ku, êrîşên balafirên hevpeymaniya navdewletî li dijî pêgehên DAIŞê li Kobanê ziyanek mezin gihandine çekdaran û bi awayekî berçav pêşveçûna wan bo girtina bajar rawestandin.

Ji 15 Îlona burî ve, çekdarên DAIŞê bi çekên giran û hezarana çekdar êrîşek bo dagîrkirina Kobanê dest pêkirine lê heta niha şervanên Kurd berxwe didin û rigîr li dagîrkirina Kobanê dikin, tevî ku rûberek berçav ji Kobanê di bin destê çekdaran de ye.

Wezîr Bergirî yê Amerîka rewşa niha ya bajarê Kobanê bi “Gelekî metirsîdar” binav kir.

Ji aliyek din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, ji destpêka êrşîa DAIŞê bo ser Kobanê, 500 kes hatiye kuştin, ji wan nêzîk 300 çekdarên DAIŞê ne.

Basnews
Top