Nêçîrvan Barzanî: Divê di warê hizrî jî de şerê terorê bê kirin
Di civînekê de, şandeya mêvan got ku, ew hatine herêma Kurdistanê daku; ji nêzîk haydarî rewşa koçberan û çewaniya hevkarî û alîkariya wan bibin û rastiya rewşa heye û pêdawîstiyên koçberan bi aliyên peywendîdarên Amerîkayê, kongresman û sanatoran bigihîn in. Şandeya mêvan behsa serdana xwe ya bo kampên koçberan yên li devera Mûsil, deşta Nînewa, Şingal û deverên din yên Îraqê ji ber êrîşên terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê ve hatine kir û got ku, ew dê bi hevkarî digel rêxistina Karîtas ofîseke saziya xwe li Eynkawe, li Hewlêrê, vekin.
Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi giştî bi yek çav li hemû pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî dinêrin û hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe êkonomî alîkariya hemûyan dike, lê ji ber hijmara zêdeya koçber û penaberan û ji ber birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, îmkanên êkonomî yên hikûmeta herêma Kurdistanê tixûbdar kirine û divê Îraq û civaka navdewletî jî zêdetir hevkariya koçber û penaberan bikin, bi taybetî ku demsala zivistanê nêzîk e û rewş dijwartir dibe.
Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da ku, hindek ji mesîhîyên Kurdistan û Îraqê dixwazin warê bav û kalên xwe bi cî bihêlin û ber bi derveyî welêt biçin û got ku, mesîhiyan dîrokeke bi hezaran salan li vê deverê heye û ew xelk û şêniyên resen yên Kurdistan û deverê ne, ji ber hindê divê hevkariya wan bê kirin û bên razî kirin ku, ber bi derveyê welêt neçin. Pêwîstî bi piroseseke çêkirina bawerîyê di navbera pêkhateyan de heye û di vê hemû bi hev re kultura heduqrbûlkirin, aşitiya civakî û netundutîjiyê kûr bikin.
Li dor şerê li dijî DAÎŞê, serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike ku, li çeperên pêşîn yên cenga dijî DAÎŞê de ye, Barzanî ew yekî jî neveşart ku, bi berdewamî pêwîstiya herêma Kurdistanê bi alîkariyên leşkerî heye daku, bikaribe terorîstan bişkîne û jinav bibe û geşbîniya xwe bi serketin û nehêlana terorê nîşna da.
Serokwezîr got ku, cenga dijî terorê çênabe her bi tenê bi rêya leşkerî be, lê divê di warê perwerde, hizirûbîr û kulturî jî ve rûbirûyê terorê bibin û ji bona vê yekê divê welatên herêmî zêdetir rola xwe bilzî in, çunkî eger ev mesele bi cidî neyê wergirtin û kar li ser neyê kirin, teror li ser hemû aliyan dibe metirsiyeke mezin.
Di dawiya civînê de, şandeya mêvan ji bona wê hevkarî û alîkariya pêşkeşî koçber û penaberan kirî, sipasiya hikûmetê û xelkê Kurdistanê kir û tekîd kir ku, ew dê rastiya rewşa heye bigihînin dêr û aliyên peywendîdarên Amerîkayê û navdewletî û çend pilanek ji bo hevkarîkirina koçberan di warê dabînkirina avahiyan, bingehên saxlemiyê û xizmetgozariyên din amade kirine.
