Sekreterê PDK–Î serdana Amerîkayê kir
Duh, 10ê Cotmehê, Sekretere PDK–Î Xalid Azîz serdana Wezareta Derve ya Amerîka kir û li gel berpirsên amerîkî hevdîtin pêk anî.
Li ser serdana Amerîkayê, Berpirsê Ragehandina PDK–Î Mewlûd Siware ji Basnewsê re ragehend ku “Di vê serdanê de çalakiyên çekdarî yên li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên DAIŞ’ê li ser Kurdistanê, xwenîşandanên Rojhilat û rewşa girtiyên siyasî li Komara Îslamî ya Îranê û rewşa navçeyê hatin gotûbêj kirin.”
Mewlûd Siware weha axifî “Sekreterê Partiya me ji dervî wezareta karên dervê di heman rojê de demjimêr 13:00 ligel berpirsên Navenda Lêkolînên Rojhilat jî hevdîtin pêkanî û li ser hendek babetan gengeşe hatin kirin.”
Serdana Sekreterê PDK–Î di demekê de ye ku vê partiye kampanya “Rojhilat Cepheye” ragehandibû û çalakiya herî baldar jî çalakiya Parêzerên Rojahilatê Kurdistanebû.
Li gor nûçeyeke malpera Cîhan, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ji vê serdanê nerazî bûne û dema kombûna NY de ev, Îranê nerazîbûna xwe ya ji serdana Sekreterê PDK–Î ji bo Amrîkayê gîhandine NY’ê.
Berpirsê ragehandina PDK–Î aşkere kir ku Sekretere Partiyê Xalid Azîz di serdana xwe ya de li gel hinek berpirsên amerîkî yên pile bilind hevdîtin pêkanî be.
Ev bû Demek dirêje PDK–Î êrîş nedikir ser binkeyên leşkerî yên pasdarên Îranê, lê vê dawiyê çendin şer di navbera Peşmergeyan û Pasdarên Îranê de rûdane û hejmarekê zêde ji Pasdaran ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine kuştin.
Rudaw
