Pişka kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de eşkere dibe
Li gorî agahiyên ku ketine destê me , wezaretên ku di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî de bûne pişka kurd wiha ne:
Wezareta Karûbarên Jinan, Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Darayî, wezîrekî dewletê û alîkarê duyem ê Serokwezîrê Iraqê jî dê kurd bin.
Heta niha wezaretên ku bûne pişka PDKê namzedên wan hatine destnîşankirin: Dr. Roj Nûrî Şawês namzedê wergirtina alîkarê duyem ê serokwezîrê Iraqê, Hoşyar Zêbarî namzedê Wezîrê Darayî yê Iraqê. Wezareta Rewşenbîriyê jî dê bidin YNKê û wisa xuyaye ku Firyad Ruwandizî namzedê wê wezaretê ye lê yên heta niha nayên zanîn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Bizava Gorranê û Yekgirtûya Îsalmî ya Kurdistanê daxwaza wergirtina Wezareta Koç û Koçberan dikin û xwe nadin aliyê Wezareta Karûbarên Jinan.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, divê wezîrên kurd ên hikûmeta Iraqê herin Bexdayê û dest bi karê xwe bikin paşê Bexda jî dê mûçe û bûdceya Kurdistanê bişîne her wiha hevdîtin dê ji bo çareserkirina arîşeyên din jî bên destpêkirina.
Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKê wisa hizir dikir ku vê hefteyê wezîrên kurd ên hikûmeta Iraqê herin Bexdayê û dest bi karê xwe bikin lê ji ber ku heta niha partiyên Başûr li ser parvekirina wezaretan li hev nekirine dibe ku wezîrên kurd vê hefteyê nekarîn herin Bexdayê û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê jî were paşxistin.
Partî û hêzên ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê karîne serkeftinê bidest bixin, ev in:
PDK: 25 kursî
YNK: 21 kursî
Bizava Gorranê: 9 kursî
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 3 kursî
Komeleya Îslamî ya Kurdistanê: 3 kursî
Ew partiyên siyasî divê li ser parvekirina kursî û wezaretan li hev bikin da ku bikaribin ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi Bexdayê re dest bi hevdîtinan bikin.
Arîşeya herî girîng a navbera Hewlêr û Bexdayê mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê ye ku ji meha Sibata îsal ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye qutkirin û ji ber wê jî Herêma Kurdistanê rastî tengaviya darayî hatiye.
Amerîka jî guvaşê li Iraqê dike ku avakirina hikûmetê bidawî bibe. Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry gotibû, em li bendê ne hikûmeta Iraqê xilas bibe da ku em êrişên li dijî DAIŞê berfirehtir bikin
Rudaw
