Mamosteyên olî daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikin
Mamosteyên olî yên Kurdistanê daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikin.
Mamosteyên olî yên Kurdistanê di gotarên xwe yên duh înê de hevdem li gel şermezar kirina êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kurdistan û Kobanê daxwaza piştgîrî kirin ji Kobanê û parastina yekrêziya gelê Kurd kirin.
Mamosteyên olî herwiha bi tundî ev êrîşên xwepîşanderên ku li Hewlêrê kiribûn ser hêzên polîs mehkûm kirin û ragehandin ku nabe bi ti awayî aramiya Hewlêr û Kurdistanê were alozkirin.
