Pêşmergeyan 23 çekdarn DAIŞ`ê hatin kuştin
Duh, Înê, danê êvarê çekdarên DAIŞ`ê li sînorê devera Mekteb Xalid li Kerkûkê, tevdigerin da pêş bikevin û ji Hêzên Pêşmerge nêzîk bibin û di encamê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêgirî lê kirin û ew dûr xistin.
Di vê derbarê de, cîgirê Lîwaya Yekê ya Hêzên Bejayî yên Wezareta Pêşmerge komisyar Bekir Qadir got:` Hêzên Pêşmerge ji pêşveçûna çekdarên DAIŞ`ê re rêgirbûn û piştî şer û pevçûneke dijwar 23 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin û zêdetir ji 67`ên din jî birîndarbûne`.
Herwiha navborî got:`Hêzên Pêşmerge ji hemû pilanên DAIŞ`ê agahdare û di amadebaşiya tamam de ne ji bo berevaniyê li axa Kurdistanê bikin`.
Basnews
