• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî: Me hevkariya Kobanê kiriye

Gulan Media October 11, 2014 Nûçe
Serok Barzanî: Me hevkariya Kobanê kiriye

Serok Barzanî nûçeyên derbarê hevkarî nekirina Kobanê de red dike

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala Skynews ya Erebî ev nûçeyên ku dibêjin qaşo Kurdistan piştgîriya Kobanê nekiriye red kir.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku ev gemaroyên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve li ser Kobanê hatine sepandin asteng bûne ku em bikaribin piştgîriyeke berfire ya leşkerî bigehînin şevanên YPGê yên ku Kobanê diparizin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku hêvî û xweziyên me ji Tirkiyeyê gelek ji vê zêdetir bûn ku me dît bi taybetî dema ku terorîstên DIŞIê êrîşî Hewlêrê kirin.

Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: Beriya dagîr kirina Mûsilê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve me Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî hayedar kir û me eşkere kir ku em amadene hêz bişînin daku Mûsilê biparêzin lê Malikî ew hewldanên han red kir.

Serok Barzanî behsa refrandom û serjimêriyê jî kir û got: Em li ser biryara xwe ya bo refrandoma ser serbixweyiya Kurdistanê û pêk anîna serjimêriyê li Kerkûkê biîsrarin lê di pêvajoya niha de şer li dijî terorîstên DIŞIê bûye erk û bernameyê me yê yekemîn.

Serok Barzanî di beşeke din ya hevdîtina han de piştgîriya xwe jî bo hikûmeta nû ya Îraqê diyar kir.
Top