Wezîrê Parastina Amerîkayê, Hagel daxwaza helwesteke zelal ji Tirkiyeyê dike
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Chuck Hagel ragihand: “Gotûbêjên me ligel Tirkiyeyê li ser helwesta wî welatî li hember şerê DAIŞê û perwerdekirina hêzên lîberal ên dijbereya Sûriyê ji aliyê Enqereyê ve didomin. Amerîka dixwaze bizane ku gelo Tirkiye dikare di hemû hûrgiliyên wê pirsê de beşdar be yan na?”
Hagel wiha domand: “Di demên bê de emê ji Engereyê bixwazin ku cihekî bo perwerdekirina hêzên leşkerî yên dijbereya Sûriyê li nava axa xwe veke.”
Chuck Hagel da zanîn ku, “Tîmek ji Navenda Fermandariya Artêşa Amerîkayê û tîmek ji komandoyên hevbeş ya Amerîka û Ewropayê wê serdana Enqerê bikin û li wir ligel rayedarên Tirkiyê hûrgilî û rêyên cuda yên şerê li dijî DAIŞê gotûbêj bikin û wê daxwaz ji wî weltaî bikin ku helwesta xwe li hember DAIŞê bi temamî zelal bike.”
Chuck Hagel di demekî de van gotinan tîne ziman ku Tirkiyeyê beriya niha piştevaniya hêzên dijbereya Sûriyê kiribû û Wezareta Derve ya DYAyê jî ragihandiye ku, Enqere amade ye wî karî bike. Herwiha Erebistana Siûdî jî amadebûna xwe ji bo perwerdekirina hêzên leşkerî yên dijbereya Sûriyê ragihandibû.
Rudaw
