• Sunday, 15 February 2026
logo

YPGê bîlançoya şerê 2 rojan li Kobanî eşkere kir

Gulan Media October 11, 2014 Nûçe
YPGê bîlançoya şerê 2 rojan li Kobanî eşkere kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku di şerê 2 rojên borî de li Kobanî 37 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 5 şervanên wan jî şehîd bûne.

Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku çekdarên DAIŞê ji ber ku nikarin derbasî navenda bajarê Kobanî bibin, bi tank û çekên giran bajêr topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku êrişên çekdarên DAIŞê li taxên rojhilat, başûr û rojavayê Kobanî ji aliyê şervanên YPGê ve hatine têkbirin û di encam de bi giştî 37 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Hat gotin 5 şervanên YPGê jî şehîd bûne.

Li aliyê din, navenda ragihandina YPGê got, di şerê li devera Cezaayê de li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

YPGê herwiha navên 7 şervanên xwe jî aşkere kirin ku di roja 22 meha borî de li herdu gundên Mebrûka û Dehma li rojavayê bajarê Serêkaniyê şehîd bûne.

Rudaw
Top