Barzanî ferman da deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji penaberên Kobanî re vekirî be
Rêveberê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji Rûdawê re got, Barzanî ferman daye deriyê sînor ji bo wan penaberên Kobanî yên ku dixwazin ji Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, vekirî be.
Her wiha hat zanîn ku 200 penaberên Kobanî Duh ji deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.
Rudaw
