Muslim: Ji sedî 75ê Kobaniyê di bin kontrala me de ye!
Îşev li Kobaniyê bombebarenek bi bandor pêk hat.
Peyamnêrê Rudaw ragihand ku dema endamên rêxistinabalafirên şerî yên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) nezîkê deriyê sînor yê Murşitpinarê bûn Dewltên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevpeyman navneteweyî yên dijî DAIŞê ew bombebaran kirin.
Nêzîkî heyvekeyê endamên DAIŞê da ku Kobaniyê bi dest bixin êrîşan dike û îşev jî bi çekên giran ji sê aliyan ve êrîş li Kobaniyê kirin.
Saziya Şopandina Mafên Mirovan a Sûrî diyar kir ku rêxistina DAIŞê her çiqasî êrişên asmanî bên lidarxistin jî dîsa li Kobaniyê pêşvê diçen û sêyê yek ya bajêr bidestxistîne.
Serokê Kantona Kobaniyê Enwer Mislim ji Rûdawê re ragihand ku ji sedî 75ê Kobaniyê di bin kontrala Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.
Mislim îdiayên dibêjê rêvebirên kantonê bajer terikandine red kir û got, “Li Kobaniyê gel li berxwe dide û qet dest Kobaniyê jî bernadin.”
Muslim da zanîn li rojhilatê bajêr pevçûnên dijwar didome û hêzên YPGê pêşî li ber DAIŞê girtiye.
Rudaw
